Sibat 21, 2021 22:19 Asia/Tehran
  • Zerîf: Durûtiya Amerîka û Ewropa di derbarê Rêkeftina Navokî de ya bi Îranê re eyan e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Amerîka û Ewropa di mijara Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re bi durûtî tevdigerin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di hevpeyvînekê de digel Press TV, got: "Ewropa dilgiraniya xwe derbarê bernama navokî ya Îranê diyar kir, û ev, di celebê xwe de, durûtî ye."

Wezîrê karên derve yê Îranê got: `` Amerîka her aliyek ku li gorî qanûnên wê tevnegere ceza dike, lê bi xwe erkên xwe bicîh nayne``.

Zerîf got ku sîyaseta Amerîka neguheriye û serokkomar Joe Biden tenê îdia kiriye.

Zerîf got: "Tiştek di sîyaseta Amerîka de neguheriye û Biden tenê îdiayek kir, me heft serokên Amerîkî dîtin û pirsgirêk ev e ku Amerîka di anîna ceza de edet kiriye, lê ev siyaset Îranê naxapîne." 

Zerîf herwiha got: "Amerîkî dixwazin ji rêkeftina navokî wêdetir biçin, lê ti danûstandinek  çênabe, jiber ku ev rêkeftin mayinde ye."

Zerîf got: "Rejîma Îsraîl Santrala Dimona pêşve dixe, ku li herêmê yekane santrala nukleerê ye ku bombeyên nukleerî çêdike, lê me ji Ewrûpayê tu fikar nedît."

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi fetwaya ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî derheq qedexekirina çêkirina bombeya navokî kir û got: fetwayek me heye ku raghandin ku xwedîkirin û çêkirina çekên navokî qedexe ye.

Zerîf tekez kir: "Em ê mafê xwe bistînin û me dest bi hin tevgeran kiriye, di vî halî de em li ser soz û peymanên xwe mane."

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîrxist: "Me demokrasî heye û em qanûnên welatî yên ku ji hêla Meclisa Şêwr Îslamî ya Îranê ve hatine meşrû kirin, pêk tînin,"

Zerîf bal kişand ser hebûna Rafael Grossi, Midûrê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li Îranê û got: "Divê IAEA bi edalet tevbigere."

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran naxwaze çeka navokî çêbike û divê welatên Ewropî di warê têkiliyên aborî de tiştê ku rast e bigirin ber xwe.

 

Serepeyv