Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Înqilabê nîşana 'Hebûna rolê di mijarên bingehîn da' li ser sînga xortên jêhatî yên welêt neqişand
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê bi boneya pêncî û pêncemîn civîna Yekîtiya Encumenên Îslamî yên xwendekaran li Ewropayê, neqişandina nîşana 'Gebûna rolê di mijarên bingehîn da' li ser sînga xorên jêhatî yên welêt ji şanaziyên herî mezin ên Înqilaba Îslamî da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da ku sibeha îro ji aliyê hucet ul-Islam wel-Muslimîn Ehmed Waizî Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karên xwendekaran li Ewropayê va li civîna înternetî ya vê yekîtiyê hat xwendin, ragihand: Her roja ku derbas dibe, girîngiya rola xortan di pêşketina welêt û misogerkirina pêşeroja wê zêdetir aşkira dibe. Belaya gelemperî ya Koronayê jî careke din ev yek selimand. Têkoşîn û vîn û hêviya bicoş a xortan di vê mijarê da jî weke gelek ji mijarên welêt, bû sebeba geşatiyên zanistî û pratîkî. Ev şanaziyeke herî sereke yên Înqilaba Îslamî ye ku kariye nîşana 'Hebûna rolê di mijarên bingehîn da' li ser sînga xortên jêhatî yên welêt bineqişîne.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Çaverêtî ji we xwendekarên ezîz heye ku di vê derfeta xenîmet da ku li ber destê we ye, xwe herî pirtir bi hêjatiyên zanistî û dînî û exlaqî bixemilînin û xwe jibo wergirtina rolan amade bikin û Yekîtiyên Encumenên Îslamî di vî warî da erkeke girantir û helbet bi şanaziyeke pirtir hene.