Zarîf xîtabî Troîkaya Ewropî: Em bi pêngavê bersiva pêngavê didin
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê ragihand ku gavên li pey hev ên Îranê bersivek e li hember bêsozî, xemsarî û binpêkirinên Amerîka û Troîkaya Ewropî.
Li gorî IRNA, "Mihemed Cewad Zerîf" li ser twîtterê wek bertek li hemberî daxuyaniyên karbidestên Ewropî ku bi berdewamî dilgiraniya xwe ji kiryarên navokî yên Îranê anîn ziman û xwestine bila Îran vegere ser soz û qirarên xwe yên Reketina Navokî nivîsî: "Li şûna gotinên pûç û bê bingeh û avêtina berpirsiyariyê ser sikura Îranê, divê troîka Ewropa û YE li gorî sozên xwe tevbigere û daxwaz bike ku mîrata terorîzma aborî ya li dijî Îranê ya Trump bi dawî bibe."
Zerîf dûv re wiha got: "Tedbîrên berdêlên Îranê bersivek e li dijî binpêkirinên Amerîka û troîka Ewropî." Heke hûn ji kiryarên Îranê yên cebrankirinê ditirsin, hegera serke ya vê yekê ji holê rakin ji holê rabikin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Îran bi çalakî pratîkê bersiva "pêngav û çalakiyê" dide.
Wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya, Fransa û Amerîkayê pêncşemê bi şev daxuyaniyek weşandin û bêyî ku balê bikişînin ser bêsoziyên welatên xwe derheq Lihevkirina Navokî ji Îranê xwestin ku derheq vê lihevkirinê gavên bi bandor bavêje, nemaze dev ji biryara xwe ya di derbarê "sekinandina pêkanîna Protokola Zêdekirî û sînordarkirina teftîşên lêgerên IAEA li Înranê", berde.
Protokola Zêdekirî dihêle ku mufetîşên IAEA kengê bixwazin biçin serdana navendên nukleerî yên Îranê bikin.
Hikûmeta Serokomarê nû yê Amerîkayê Joe Biden, ku dema hewldanên hilbijartinên serokomariyê soz dabû ku vegere ser Rêketina Navokî û wê boykot û dorpêçên neqanûnî yên li ser Îranê rake, piştî deshilat kete dest ji bo cihanîna vê soz û qirarê xwe ev şert danî ku divê ku berî her tiştî Îran peywirên xwe yên li gor Lihevkirinê cih bîne.
Serokomarê berê yê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê, 8ê Gulana 2018an, bi binpêkirina sozên Waşîngtonê yên li gor Rêketina Navokî, bi yekalî ji vê peymana navneteweyî vekişiya, û dîsa sizayên navokî ûboykotên li dijî Îranê dasepandin.