Sibat 17, 2021 12:34 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Di bernama parastina Îranê de ti cîhek ji çekên qirkirina komî û çekên nukleerî re tune

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, tekîd li ser vê yekê kir ku di bernama berevaniya vî welatî de, ti cihek ji çekên wêrankirinê yên girseyî û çekên navokî re tune û got: "Ev biryarek diyarker a nizama me ye û Îran naxwaze bibe xwediyê çekên nukleerî. "

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, "Hesen Rûhanî" roja Çarşemê di civÎna koma wezîran de, got: "Komara Îslamî ya Îranê ti carî naxwaze çekên navokî bikar bîne û eva ne gotina îro ye, me ji 1991 de gelek caran li ser vê pirsê axiviye û hertim li ser vê yekê bawer û ramanek yekta hebûye ku em ê li çekên nukleerî negerin, lê em li teknolojiya nukleerê digerin û eva mafê me ye.

Rûhanî diyar kir ku me peymana kontrol û çavdêriyê qebûl kiriye û ciha aniye û em ê vî karî bidomînin û got: "Em naxwazin me çalakiya nukleerî ya veşartî hebe, ne duh, ne îro, ne jî sibê. Ev biryara me ya diyarker e, çi Amerîka, Ewropa û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî viya bixwazin, çi jî nexwazin. di vî warî de, raya rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wekî fetwa ji bo me prensîb e û em ê soza xwe neşkînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha peymana navokî wekî encama çendîn mehan xebat û şopandina Îranê û 6 welatên mezin nirxand û got: "Ev rêkeftin bi hêsanî pêk nehat û îro jî me Lihevkirina Navokî qebûl kiriye bi heman awayê ku  di 14ê Tîrmeha 2015 hate pejirandinm em ti guhertinekê ji vê yekê qebûl nakin û em ê li ser soz û qirara xwe bimînin."

Rûhanî destnîşan kir ku ger îro ceza û boykot werin rakirin; em ê roja dinê serê sibê vegerin ser soz û qirarên xwe û di dewamê de got. "Îran tenê çend saetan, dem jê re hewce dike ku rastiya kiryara alîyê din di rakirina dorpêçan de bicerbîne."

Serepeyv