Îdiiaya Macron ya navbeynkariya di navbera Tehran û Waşîngtonê de
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku hikûmet û welatê wî pabendî peywirên xwe yên di çarçova Peymana Navokî de nemaye, niha soz dide ku bibe navbeynkarê dilpak di gotûbêjên Tehran û Waşîngtonê.
Li gorî AFP, Macron ku rêveberiya wî piştî derketina serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji Lihevkirina Navokî, nikaribû pêkhateya darayî ya SPV û piştre jî Instex (mekanîzmaya darayî ya Ewropî-Îranî) bicîh bîne, îdia kir ku ew dikare her tiştî bike ji bo piştgiriya ji însiyatîva Amerîkayê ya ketina nav diyalogê.
Serokomarê Fransayê di daxuyaniyekê de şeva Pêncşemê li salona ramangeha Encûmena Atlantîkê, di diyaloga navbera Îran û Amerîkayê de xwe wekî "navbeynkarek dilpak û dilsoz" pêşniyar kir.
Macron careke din li ser beşdariya hin welatên herêmê yên wekî Erebistana Siûdî ewa ku ew wekî "danûstandinên nû bi Îranê re" bi nav dike, hin îdîa kirin û xwest ku rê ji Erebistana Siudî û Îsraîl re hebe da ku ew jî beşdarî hevdîtinên nû bibin.
Di rewşa ku Îran di sala 2015 de piştî çend salên danûstandinên dijwar bi qawetên cîhanî re gihişte rêkeftinekê, Macron muzakirek nû pêşniyar dike ku Tehranê bi berdewamî tekez kiriye ku ew nakeve nav danûstandinên nû.