Sibat 04, 2021 12:07 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên dualî, mijara gotûbêjên Wezîrên Berevaniyê yên Îran û Hindê

Wezîrên Berevaniyê yên Îran û Hindê derbarê hevkariyên dualî, navçeyî û navneteweyî şêwirîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Hatemî Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel Racnat Sîng Wezîrê Berevaniyê yê Hindê bi gotiona vêya ku têkoşînên dijî koldedarî û zorbêjiyê yên du gelan ji mijarên hevpar û dîrokî yên du welatan e, got: Behrewergirtin ji derfetên zehf ên du welatan jibo berfiehkirina hevkariyan di berûlayên cûrbecûr da ji wan aliyê berevanî û ewlehiya dualî, navçeyî û navneteweyî bi armanca berjewendiyên du welatan û navçeyê pêwîst e.

Racnat Sîng, Wezîrê Berevaniyê yê Hindê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi pêwendiyên dîrokî yên Îran û Hindê, li ser parastin û berfiehkirina pêwendiyên ber bi pêşketinê yên du welatan nemaze di warê hevkariyên berevaniyê da pêgirî kir.

Di vê hevdîtinê da, du aliyan her wiha li ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Hindê teqez kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Sêşemiyê çû Hindê û tevî hevdîtina digel rayedarên berevaniyê yên vî welatî, di merasimaa vekirina Pêşangeha Hewagerrî û Pêşaangeha asimanî ya Benglorê da jî beşdar bû.

 

 

Serepeyv