Îdiayên pûç ên wezîrê derve yê Fransayê derbarê bernama navokî ya Îran
Wezîrê Derve yê Fransayê bi îdiayên pûç diyar kir gelek nemaye ku Îran çekên atomî berhem bîne û li gor vê îdiaya xwe hişyarî da Îranê.
Li gor Fars Newsê, Wezîrê Derve Yê Fransa, Jean-Yves Le Drian îro yekşembiyê 24ê Çileya 2021an di bernama “Pirsên Siyasî” ya kanala radyoyî ya “France Inter” de amade bû û têkildarî bernameya atomî ya Îranê axivî û îdia kir ku ev karê îranê dûhatên xwe yên Jeostratejîk hene û eva rewşeka bi xeter çê dike.
Wezîrê Derve yê Fransayê gumana xwe li ser bandora sizayên îdareya Trump ên li ser Îranê ji bo rawestandina bernameya atomî ya wî welatî anî ziman û îdia kir: “Rewşeke gelek metirsîdar e. Gihîştina Îranê bi çekên atomî dê bandorên wê yên jeostratejîk ên berçav hebin.”
Jean-Yves Le Drian diyar kir, dorpêçên Amerîkayê û siyaseta zexta herî zêde bandoreke baş li ser dûrxistina Îranê ji çekên atomî nebûye û tam encameke berovajî hebûye.
Li gor îdiya Wezêrê Derve yê Fransayê, niha qonaxeke pir metirsîdar e û gihîştina destê Îranê bi çekên atomî, dê encameke pir xirab hebe. Jean-Yves Le Drian da xuyakirin, “kêm maye ku Îran bigihe çekên atomî.”
Ligel Brîtanya û Almanya, Fransa sê endamên Ewropî yên komek in ku ji 2015-an ve li ser Peymana nukleerê ya bi Îranê re li hev kiriye. Ev rêkeftin jibo rakirina dorpêçên li ser Îranê di berdêla qedexekirina hin beşên bernama navokî ya Îranê de hat pesendkirin.
Serokomarê berê yê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018an de ji rêkeftina atomî ya 5+1 a li gel Îranê derket û piştre gelek sizayên tund bi ser Îranê de sepandin. Troîkaya Ewropayê yên sê welatên Fransa, Brîtanya û Almanyayê sozdan ku vê peymanê bi parêzin da ku Îran ji berjiwendiyên wê sûdê werbigire, lê li pratîkê de wan ti karekî bi bandor nekirin, loma Îran neçar ma anagorî Peymanaq Nacokî di pênc qonaxan pêsparteyên xwe ên li gor peymanê kêm bike.