Çile 17, 2021 14:04 Asia/Tehran
  • Zêdexwaziya Parîsê ya di derbarê Lihevkirina Navokî de

Di daxuyaniyekê de ku bêhna mudaxileyê jê tê, wezîrê karên derve yê Fransayê diyar kir ku vegerîna ser "Lihevkirina Navokî" bi tenê têrê nake divê ku ser hêza mûşekî û çalakiyên herêmî yên Îranê gotûbêj were kirin.

Li gorî malpera Sky News, Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian sibeha Yekşemê desnîşan kir ku divê gişt alî vegerin ser "Lihevkirina Navokî" û got: "Pêdivî ye ku riya vegera Îran û Amerîkayê ser rêkeftina navokî were serast kirin."

Le Drian di dewamê de îdia kir: "Vejandina peymana nukleerê bi tenê têr nake. Pêdivî ye ku em di derbarê çalakiyên herêmî û mûşekên balîstîk ên Îranê de gotûbêjên cidî û dijwar bikin."

Êvara Şemiyê, sê welatan, Fransa, Almanya û Brîtaniyayê, daxuyaniya Îranê ya derbarê amadebûna vî welatî ji bo hilberandina uranyuma metalî wekî sotemeniya reaktora lêkolînê ya Têhranê, sebeba çêbûna fukarên kûr dan zanîn û ji Tehran xwestin ku vegere ser soz û qirarên xwe yên li gor "Lihevkirina Navokî".

Piştî "Qanûna Çalakiya Stratejîk a Rakirina Sizayan û Parastina Berjewendiyên Neteweya Îranê" ji hêla Meclîsa Şêwra Îslamî ve hate pejirandin û ji Hikûmet û Serokê Komara Îslamî ya Îranê re hat ragihandin. Li gorî pêkanîna vê qanûnê, Teşkîlata Enerjiya Atomê ya Îranê roja Duşemî 4ê Çile, di çarçova vê qanûnê de zengînkirina Uraniyumê di asta % 20 despê kir.

Qanûna hanê di bersiva vekişîna neqanûnî ya Amerîkayê ji peymana navokî û bêçalaktiya welatên Ewropî derheq cihanîna pêsparteyên xwe yên li gor vê peymanê, hat pejirandin.

Li gorî xalên 26 û 36 yên "Lihevkirina Navokî", mafê Îranê heye ku, bi tevahî an bi qismî, peywirên xwe bide sekinandin, ger aliyek din peywirên xwe bicîh neyîne.

Îran tekez kiriyê ku ew amadeye vegere ser sozên xwe heke cez werin rakirin û Îran ji Lihevkirina hanê sûd werbigir

Serepeyv