Sertîp Hatemî: Têkoşîna dijî terorîsmê hewcedara wêdadayîna reftarêîn ducûre ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322946-sertîp_hatemî_têkoşîna_dijî_terorîsmê_hewcedara_wêdadayîna_reftarêîn_ducûre_ye
Wezîrê Berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê tevî eşareta bi destwerdana rasterast a servîsên istixbaratî yên biyanî di terorkirina zanyarên îranî, destnîşan kir: Bêguman têkoşîan cîhanî dijî terorîsmê hewcedara wêdadayîna reftarên ducûre ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Sertîp Hatemî: Têkoşîna dijî terorîsmê hewcedara wêdadayîna reftarêîn ducûre ye

Wezîrê Berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê tevî eşareta bi destwerdana rasterast a servîsên istixbaratî yên biyanî di terorkirina zanyarên îranî, destnîşan kir: Bêguman têkoşîan cîhanî dijî terorîsmê hewcedara wêdadayîna reftarên ducûre ye.

Emîr sertîp Emîr Hatemî, Wezîrê Berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê bi şandina peyamekê bo wezîrên Berevaniyê yên zêdetir ji 60 welatên cîhanê ku roja Çarşemiyê hat weşandin, tevî bibîrxistina vêya ku şehediyên ciddî ji hebûna destê rêjîma dagirker a siyonîst di terorkirina Muhsin Fexrîzade, zanyarê nasyar ê Îranî hene, daxwaza tevlîbûna civaka cîhanî li şermezarkirina vê kiryara nemirovî, neqanûnî û cinayetbar kir.

Sertîp Hatemî tevî amajeya bi dahênerî û destkeftên şehîd Fexrîzade di warên zanistî û lêkolînî da nemaze berhemanîna alav û amûrên têkoşîna dijî Koronayê, got: Komara Îslamî ya Îranê wek goriyeke terorîsm û tundiyê ku di heyama 4 dehsalên bihurî da 17 hezar kes ji welatî û rayedarên bilind ên welêt di encama kiryarên terorîstî ji dest dane, daxwaza şermezarkriina vê kiryara nemirovane û neqanûnî ji aliyê civaka cîhanî va dike.

Wezîrê Berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê di dewamê da tevî pêgiriya li ser vêya ku bêdengiya li hemberî vê kiryarê, hokara dubarebûna wê û bêewlehîtiyê li cîhanê ye, li ser darizandina sebebkar û destûrderên terorkirina zanyarê îranî pêgirî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê mafê xwe jibo bersivdana bo vê cinayetê parastî dizane.

Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê û ji zanyarên mezin ên navokî û berevaniyê roja 27ê Mijdara 2020î di encama êrîşeke terorîstî li derdora Têhranê şehîd bû.