Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî çû Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i322532-fermandarê_hêza_qudsê_ya_sipaha_pasdarên_Înqilaba_Îslamî_çû_iraqê
Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di sefera xwe ya Bexdayê da digel rayedarên payebilind ên iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2020 13:20 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî çû Iraqê

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di sefera xwe ya Bexdayê da digel rayedarên payebilind ên iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Al Alamê, Serdarê sertîp Ismaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî çûpye Bexdayê.

Li gorî vê raporê, sertîp Qaanî di hevdîtina digel rayedarên payebilind ên Iraqê da derbarê riyên berfirehkrina hevkariyên navbera Têhran û Bexdayê şêwiriye.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî beriya vêya jî çend caran çûye Iraqê û digel rayedarên payebilind ên vî welatî derbarê berfirehkirina pêwendiyên Îran û Iraqê gotûbêj kiriye.