Kanûn 20, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Ewropa ne di wê hedê de ye ku li ser pabendiyên Îranê derheq Peymana Navokî biaxive

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Ewrûpa ne di wê rewşê de ye ku qala sozên Îranê di Lihevkirina Navokî de bike.

Di hevpeyvînekê de digel IranPress şeva Şemiyê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  Seîd Xetîbzade, derbarê îdiaya berdevkê wezareta karên derve ya Fransa ku encamên binpêkirina peywirên li gor Peymana Navokî cidî dabû zanîn û gotibû ku divê Îran bilez vegere ser soz û peymanên xwe yên Lihevkirina Navkî got: Piştî ku Amerîka ji nav Lihevkirina Navkî derket, Eropayiyan jî di warê bêencamkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê, nikarîn soz û qirarên xwe cih bînin. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Agnes Vander Moll roja Pêncşemê bêyî ku behsa rola sizayên Amerîkayê li dijî Îranê ku bûn sedema têkçûna berjewendîyên vî welatî yên li gor Lihevkirina Navokî bike, got ku çalakiyên Îranê di warê zengînkirina Uraniyomê de dê rêkeftina navneteweyî ya navokî  têk bibe,

Komara Îslamî ya Îranê di 8ê Gulana 2019an de, salek piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî û piştî îsbatbûna bêbandoriya pêşniyarên Ewropî ji bo telafîkirina ziyanên aborî yên derketina Amerîkayê ji rêkeftina atomî bo Îranê, berpirsiyariyên xwe yên li gorî rêkeftinê di 5 gavan de kêm kirin .
Di heman demê de, Komara Îslamî ya Îranê  hertim tekez kir ku ew amade ye ku vegere ser berpirsiyariyên xwe bi şertên ku ceza werin rakirin, Îran ji Lihevkirina Navokî sûd werbigire, Amerîka vedigere ser vê peymana navneteweyî û aliyên din ên vê lihevkirin pêsparte û sozên xwe yên li gor Lihevkirinê cih bînîn û gavên ku Îranê ji bo kêîmkirina soz û pêsparteyên xwe avêtin zû tên zivirandin.

Serepeyv