Lîder serhildan û ajawegêriyan hate darve kirin
Rûhullah Zem, rêvebirê kanala telegramê ya Amadnews(Amednews), hat îdam kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a IRIB NEWS, rêveberê kanala telegramê ya Amadnewsê, ku xwe rêberê ajawegêrî û nerazîbûnên li Îranê dihesiband, ji ber kiryarên xwe vê sibehê hate cezakirin û hate darve kirin.
Rûhullah Zem, ku çend sal bû bi derxistina kanalek telegramê ya bi navê Amad News li derveyî sînoran bû amûrek di destê servîsên biyanî yên sîxorî û istixbaratê û yên dijî-Înqilabê de û bû kanalek ji bo belavkirina nûçeyên derew li dijî Komara Îslamî ya Îranê. Rûhullah Zem par li Iraqê ji hêla Rêxistina Îtileata Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ve hate girtin û ew anîn Îranê.
Kenala telegramê ya Amadnews Bi afirandina bêhêvîtiyê û belavkirina nûçeyên derew li dijî karbidestên Komara Îslamî ya Îranê, hewl dida ku raya giştî bixalifîne û dilê xelkê derheq Komara Îslamî reş bike û bixapîne da ku îradeya dijminan û servîsên sîxuriyê bi armanca hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê xurt bike.