Kanûn 08, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Dê cîhan bêyî Rejîma Siyonîstî ewletir bibe

Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê tekez kir: Civaka navneteweyî û welatên cîhanê bi cidî û bi biryar li dijî kiryarên rejîma xwînxwar a Siyonîstî û dijî mirovî bisekinin da ku cîhanekî ewledar û aram pêk were.

Li gorî rapora roja Sêşemê ya IRNA`yê, Elî Şemxanî li Tehranê digel Feysel el-Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê civiya û pesnê rola giring û berbiçav a vî welatî di berxwedana navçeyî li dijî dagirkerî û zêdexwaziyên Rejîma Siyonîstî de da û li ser pêwîstiya domandina û berfirehkirina pêwendîyên Tehran-Şamê sekinî û got: "Sedema hebûn û razê maîna Rejîma Siyonîst pêşxistina binpêkirinên mafên mirovan û terorkirinê ye."

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê pesna berxwedana gel û hikûmeta Sûriyê li dijî êriş û terorîzma Êbrî-DAIŞî da û tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê di şerê dijî êrişkarî û jinavbirina terorîzmê de tu carî gel û hikûmeta Sûriyê tenê nahêle.

Sekreterê Civata Bilinda Ewlehiya Neteweyî ya Îranê her wiha diyar kir ku Amerîkayê bi ketina nav axa Sûrîyê, hewl dide ku nefta Sûrîyê talan bike, ewlehîya Rejîma Siyonîst biparêze û şaneyên terorîstên DAIŞ`ê li navçeyê xurt û berfireh bike û got; "Divê hebûna xirab û şerxwzane a Amerîkayê li herêmê bidawî were" .

Feysel el-Miqdad wezîrê karên derve yê Sûrîyê bi qedirzanîkirina ji piştgiriyên tam ên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî terorîzm û Rejîma Siyonîstî got: Hikûmet û gelê Sûriyê tu carî canfidayî û fidakariyên serdar  û serbazên Îranî  û di pêşengiya wan şehîd Qassem Suleymanî, nayên ji bîr kirin.

Feysel Miqdad roja Yekşemê di seredana xwe ya yekem de wek wezîrê karên derve yê Sûriyê gihêşte Tehranê.

Serepeyv