Kanûn 07, 2020 20:22 Asia/Tehran
  • Welayetî: Berxwedana gelê Sûriyê bû sebeba xurtbûna Bereya Berxwedanê û jinavçûna komploya dijminan

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da got: Berxwedana gelê Sûriyê bû sebeba xurtbûna Bereya Berxwedanê û jinavçûna komploya dijminan.

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da roja Duşemiyê di hevdîtina digel Feysel Miqdad, Wezîrê karên derve yê Sûriyê da tevî pêgiriya li ser berxwedana gelê mezin ê vî welatî li hemberî xêrnexwaz û dijminan, got: Bê guman Sûriyê roleke bingehîn û diyarker di Bereya Berxwedanê da heye û jibo lîstina vê rokê berdêleke giran daye.

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da tevî eşareta bi pêwendiyên Îran û Sûriyê got: Pêwendiya du welatan di heyam a40 nsalên bihurî da xurttir bûye û bi berxwegirtina biryarên stratejîk di pêşdabirina armancên bibandortir were domandin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê jî tevî pêgiriya li ser rola binirx a Komara Îslamî ya Îranê di piştgiriya ji dewlet û gelê Sûriyê, got: Îran û Sûriyê pêwendiyeke pirr berfireh di warên cûrbecûr ên çandî, civakî, aborî û siyasî hene.

Feysel Miqdad her wiha pesna rola Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên navbera dewlet û gelê Îran û Sûriyê da û destnîşan kir: Îran bi rêbertiya Hezretê Ayetullah Xamineyî, roleke bibandor li navçeyê dilîze.

Feysel Miqdad di yekem sefera xwe wek wezîrê karên derve yê Sûriyê, duh hat Têhranê.

Ewê her wiha digel rayedarên payebilind ên Îranê di warên cûrbecûr da bişêwire.

Serepeyv