Kanûn 07, 2020 17:49 Asia/Tehran
  • Zerîf li ser hişyarî û hevfikirîna zêdetir ji berê navbera Îran û Sûriyê pêgirî kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser hişyarî û hevfikirîna zêdetir ji berê navbera Îran, Sûriye û welatên din ên navçeyê pêgirî kir.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina digel Feyserl Miqdad, Wezîrê karên derve yê Sûriyê li Têhranê, tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji dewama pêvajoya siyasî li Sûriyê, piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji pêvajoya Astaneyê destnîşan kir û lidarxistina civîna vê dawiyê ya awareyan erênî nirxand.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê jî tevî sipasiya ji piştgiriyên berdewam ên Îranê ji Sûriyê di têkoşîna dijî têrorîsm û zêdegaviyê, eşaret bi kiryarên dijqanûnî yên Amerîkayê kir ku bûye sebeba zêdebûna kêşeyan û ew di çarçova vebijartina berjewendiyên Rêjîma Siyonîst li hemberî berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê da zanîn.

Feyserl Miqdad li ser vîna delweta Sûriyê jibo dewama têkoşîna dijî têrorîsmê pêgirî kir û hevkariyên digel Îranê di vî warî da girîng da zanîn û ew wek pêngaveke bingehîn jibo vegeriyana aştî û aramiyê bo Sûriyê da zanîn.

Wezîrê derve yê Sûriyê her wiha tevî ragihandina peyama sersaxiyê ya Bişar Esed Serokomaarê Sûriyê bo dewlet û gelê Îranê bi boneya şehîdbûna şehîd Muhsin Fexrîzade, û serdarê şehîd Qasim Silêmanî, jibo van du şehîdên payebilind daxwaza rehmeta berfireh a Xwedê kir.

Wezîrên derve yên Îran û Sûriyê her wiha derbarê mijarên cûrbecûr ên dualî, navçeyî û navneteweyî, her wiha têkoşîna hevpar dijî têrorîsmê gotûbêj kirin.

Feysel Miqdad di yekem sefera xwe wek wezîrê karên derve yê Sûriyê, duh hat Têhranê.

Ewê her wiha digel rayedarên payebilind ên Îranê di warên cûrbecûr da bişêwire.

 

Serepeyv