Kanûn 07, 2020 10:00 Asia/Tehran
  • Lênivîska bîranîna şehîd Fexrîzade li Omanê hat vekirin

Lênivîska bîranîna şehîdbûna Muhsin Fexrîzade zanyarê mezin ê navokî û berevaniyê yê Îranê li balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê Omanê hat vekirin.

Terorîstên biyanî berêvara Îniya bihurî bi kemînkirina li Bolvara Mustefa Xumeynî ya bajarê Abserdê ya Şaristana Demawendê li rojhilata Têhranê li ser rêya erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê, bi operasiyoneke terorîstî û çekdariyê, zanyarê navokî yê Îranê şehîd kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Balyoz û dîplomatên welatên din ên niştecihê Omanê, komeke kesayetiyên siyasî, parlimanî, çandî û civakî û endamên Civata Dostiya Îran û Omanê bi amadebûna li Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê, lênivîska bîranîna Şehîd Fexrîzade wajo kirin.

Rayedar û kesayetiyên beşdar her wiha tevî sersaxîdan û diyarkirina hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Îranê, ev kiryara têrorîstî ya siyonîstî şermezar kirin.

Beriya vêya, Bedr bin Hemed Bpûseîdî Wezîrê karên derve yê Omanê di têkiliya telefonî digel Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê, tevî sersaxîdanê, ev kiryara terorîstî şermezar kir.

 

Serepeyv