Josep Borrell dipejirîne ku troîka Ewropî-Amerîkî derheq Lihevkirina Navokî bê sozî kiriye
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê pejirand ku troîka Ewropî-Amerîkî berpirsiyariya xwe derheq Lihevkirina Navokî ya bi Îranê re cih neaniye.
Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrûpa Josep Borrell ji Euronews re got: "Îraniyan di derbarê Lihevkirina Navokî de berheq in."
Borrell, bêyî ku behsê kêmasiyên troîka Ewropî ya ku ji Almanya, Fransa û Brîtanya û her weha Amerîkayê ya derheq cîbicîkirina peywirên xwe yên li hember Peymana Navokî bike got: "Îranî wer difikirin ku xiyanet li wan bikin".
Li gorî gotina Borrell: Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden diyar kiriye ku dixwaze vegere ser Peymana Navokî.
Di 8ê Gulana 2018an de Serokomarê Amerîkayê Donald Trump yekalî ji peymana navneteweyî ya Peymana Navokî derket û dîsa cezayên nukleerê li dijî Îranê vegerandin.
Ev kiryara Trump rastî şermezarkirina navxweyî û navneteweyî hat.
Bi serketina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, cardin vegerîna gengaz a ser rêxistinên navneteweyî û peymanên ku Trump ji wan derketiye kete rojevê .