Besîc jibo sekinîna li hemberî komployên xêrnexwazên Înqilaba Îslamî amade ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321674-besîc_jibo_sekinîna_li_hemberî_komployên_xêrnexwazên_Înqilaba_Îslamî_amade_ye
Serokê Ofîsa Eqîdetî-Siyasî ya Fermandetiya mezin a gişt hêzan destnîşan kir: Besîca Mustezefîn, bi tecrubeyeke pirtir jibo sekinîna li hemberî komployên xêrnexwazên Înqilaba Îslamî ya Îranê amade ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2020 18:35 Asia/Tehran
  • Besîc jibo sekinîna li hemberî komployên xêrnexwazên Înqilaba Îslamî amade ye

Serokê Ofîsa Eqîdetî-Siyasî ya Fermandetiya mezin a gişt hêzan destnîşan kir: Besîca Mustezefîn, bi tecrubeyeke pirtir jibo sekinîna li hemberî komployên xêrnexwazên Înqilaba Îslamî ya Îranê amade ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Hucet ul-islam wel-muslimîn Elî Seîdî, Serokê Ofîsa Eqîdetî-Siyasî ya Fermandetiya mezin a gişt hêzan roja Duşemiyê bi peyamekê bi boneya Hefteya Besîcê, got: Bi saya hêzên çekdar ên xurt ên Îranê û ji wan Besîca Mustezefîn, Îrana Îslamî pirr şiyan û qahêm li hemberî komployên dijminên Înqilaba Îslamî rawestiyaye.

Hucet ul-islam wel-muslimîn Seîdî her wiha got: Çand û ramana Besîcî, ne tenê li erdnigariya Îrana Îslamî, belkî di berfirehiya Bereya Berxwedanê û li hemberî pergala zilm û zorbêjiyê berfireh bûye.

Serokê Ofîsa Eqîdetî-Siyasî ya Fermandetiya mezin a gişt hêzan her wiha li ser pêwîstiya berfirehkirina çanda resen a Besîcî di hemî warên çandî, aborî, siyasî û civakî da jibo çareserkirina gişt pirsgirêkan pêgirî kir.

Hezretê Îmam Xumeynî (Re) roja 26ê Mijdara 1979an fermana damezirandina Rêxistina Besîca Mustezefîn da.