Hefteya bê; Zerîf dê here Rûsiye û Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i321550-hefteya_bê_zerîf_dê_here_rûsiye_û_komara_azerbaycanê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala sefera Wezîrê karên derve yê Îranê bo welatên Rûsiye û Komara Azerbaycanê di hefteya bê da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2020 16:44 Asia/Tehran
  • Hefteya bê; Zerîf dê here Rûsiye û Komara Azerbaycanê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala sefera Wezîrê karên derve yê Îranê bo welatên Rûsiye û Komara Azerbaycanê di hefteya bê da kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemiyê di twitterê da nivîsî: Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê rojên Duşemî û Sêşemiya hefteya bê dê here Rûsiye û Komara Azerbaycanê.

Xetîbzade armanca vê çûyîna durojî gotûbêjên navçeyî, kêşeya Qerebaxê,  dawîn guhertinên navçeyê, her wiha mijarên dualî da zanîn.