Peyama serxweşiyê ya Zerîf bi minasibeta jidinêçûna wezîrê derve yê Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di peyamekê de ji bo encumena wezîran a Sûriyê wefatkirina wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim ji wan re sersaxî xwest.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro di peyamekê de ji bo serokê encumena wezîran a Sûriyê xemgîniya xwe derbarê wefatkirina wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim anî ziman û nivîsî: Welîd El-Muelim li dewrana jiyana xwe roleke girîng di warê xizmetkirina ji gelê Sûriyê re û parastina berjiwendiyên neteweyî û ewlehiya Sûriyê hebû.
Zerîf ji Xwedê teala razîbûn û jordabirina derecên manewî û rehmeta zav ji wezîrê rehmetî El Muelim re xwest, herwiha ji gel û hikûmeta Sûriyê re jî daxwaza serketin û bexteweriyê kir.
Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro serê sibeyê di emrê 79 saliyê de çû ber dilovaniya Xwedê.