Cotmeh 30, 2020 13:07 Asia/Tehran
  • Piştî weşandina peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bo xortên fransî; Rûpela Înstagrama fransî ya malpera rêberê Înqilabê hat astengkirin

Tora civakî ya Înstagramê hesaba fermî ya navenda ragihandinê ya Ofîsa parastin û belavkirina berhemên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi zimanê fransî asteng kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Çarşemiyê bi şev di kurtepeyamekê bo xortên fransî da ku bi riya torên civakî hat weşandin, ji wan xwest ji serokomarê xwe bipirsin çima ji bêrêziya  li pêxemberê Xwedê piştgiriyê dike û wê wek azadiya derbirrînê dide zanîn, lê şik û gumana di Hulokastê li wir sûc e û heke kesek tiştekê li ser wê binivîse, divê bikeve zîndanê.

Aniha rûpela nû ya fransî ya malpera Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Înstagramê bi adresa "instagram.com/fr.Khamenei.ir" wek rûpela dewsgirê rûpela astengkirî, dest bi xebatê kiriye.

 

 

Serepeyv