Cotmeh 30, 2020 13:07 Asia/Tehran
  • Serdar Dêhqan: Mekron sebebkarê sereke yê bûyerên Fransayê ye

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê Berevaniyê da serokomarê Fransayê wek sebebkarê sereke yê bûyerên vî welatî da zanîn.

Serdar serîtpê pasdar Husên Dêhqan, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê Berevaniyê da roja Îniyê di twitteke bi zimanê fransî da tevî amajeya bi vêya ku sebebkarê sereke yê bûyerên roja îro li Fransayê Êmanûêl Mekronê serokomarê vî welatî ye, ragihand: Tu misilmanek rêbazên tund jibo derbirrîna baweriya xwe bi kar nayne.

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê Berevaniyê da ragihand: Kiryara têrorîstî tenê kuştina welatiyan nîne, belkî her wiha bêrêziya li pêxemberê dilovan ê Îslamê ye; Mekron divê bilez daxwaza lêborînê bike, ji ber ku tu pîvaneke ducûre di azadiyê da tune.

Piştî ku Kovara fransî ya Charli Hebdo rojên bihurî careke din karîkatorên bêrêzane derbarê pêxemberê Îslamê (S) weşandin, Êmanûêl Mekronê serokomarê Fransayê jî di axaftineke dûr ji urfa dîplomat û bingehên demokrasiyê da got: Fransa dê hema wisa weşandina karîkatorên bêrêzane dijî Resûlê Îslamê (S) bidomîêne.

 

Serepeyv