Zerîf: NY divê li ber yekalîtî û şêr raweste
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320823-zerîf_ny_divê_li_ber_yekalîtî_û_şêr_raweste
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di merasima 75 saliya avabûna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) hevhatin û rêketina bi xwestekên Amerîkayê dibe sedema zorbêjiya vî welatî û ji NY xwest li ber yekalîtî û şêr raweste.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Zerîf: NY divê li ber yekalîtî û şêr raweste

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di merasima 75 saliya avabûna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) hevhatin û rêketina bi xwestekên Amerîkayê dibe sedema zorbêjiya vî welatî û ji NY xwest li ber yekalîtî û şêr raweste.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi minasibeta 75 sallliya NY got: 75 salên berê NY bo armanca vegerandina aştî û ewlejhiyê ji bo cîhanê piştî du şerên cîhanê ava bû , lê divê em bibînin çiqas ew divî karî serket?

Zerîf got: Li gor lêkolîneke nû ji sala 2001 ku sala Gotûbêja Medeniyetan ji aliyê NY hat ragihandin heya niha 37 milyon kes di encama şerên berdewam ên Amerîkayê aware û koçber bûn.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  got: Di heşt cengên ku bi navê şerên li dijî terorîsmê ji sala 2001 Amerîka ew dane despêkirin an jî bi xwe tevlî wan bûne bi sedan hezar kes hatin kuştin û bi hezaran civak û malbet ji hev belav bûn û bûn sedem têkçûn û bêencamiya xebatên dewletên curbicur û tundrewiyên zav  û bê mînak.

Zerîf got: Vêca divê em ji xwe bipirsin ku gelo cîhana me anagorî sala 1945, ewlehî û imnatiyeke zêde tir bi dest xistiye an kêmtir? Çawa em dikarin li ber yekalîtîxwaziyê û hiqareta li mafên navneteweyî ji aliyê zorbêjekê ku dikare dareke mezin bona zorbêjiya xwe bikar bîne û bi xwepesenî bi yên din re biaxive û li dij wan bixebite.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  got: Çawa cihan dikare qaweteka zorbêj kontrol bike ku zêde ji 220 babet ji dîroka xwe ya 244 salî li şer û cengan derbas kiriye, cengê li dijî xelkê xwecî yê Amerîkayê, şerê li dijî koleyan û 39 şer û pevçûnên  çekdarî û 120 cengên aborî ji sala 1945 ku ji bo xapandinê navê ambargo lê kirine.

Zerîf got: Em dikarin bibêjin bi piranî kes li şeran ser nakevin dem dema guhertinê ye divê ku xwîn û samana amerîkiyan û cîhanê ji rojreşiyên zêdetir werin rizgarkirin.