Cotmeh 26, 2020 21:09 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ya şermezarkirina bêrêziya serokomarê Fransayê

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bêrêziya Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê li pîrozweriyên îslamî şermezar kir.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, desthilatdarên pergala serdestîxwaz û siyonîsmê dê nekarin welatên rojavayî yên qeyrandîtî û dijî mirovahiyê ji golegeniya xweçêkirî bifilitînin û bêguman di pêşerojeke ne ewqas dûr da, wêdatir ji boykota kelûpelên fransî û nerazîtiyên meydanî, divê li benda bersivên guncan ji aliyê umeta îslamî bin.

Di daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye, senaryoya şeytanî ya dijayetiya digel Îslamê ya vê dawiyê ya Fransayê, nîşana dijheviya mezin li welatên rojavayî nemaze aldarê qaşo azadiya gotinê li Ewropayê ye ku jibo nixûmandina serneketinên xwe di warê pêşîlêgirtin ji berfirehbûna îslamê da û berêxwedana welatiyên rojavayî bi dînê ronî yê îslamê û fêrkariyên pêxemberê mezin (S) pêk tê.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Gurrkirina tirsandina ji îslamê ji aliyê mekron va û hilêxistina îdiayên rengîn û derew derbarê hewildana îslamxwazan jibo guhertina qanûna bingehîn a Fransayê ku ji dilên gemar û mejiyên rizyayî radibe, ne tenê dê ziyanekê bigihîne rûyê ronî yê resûlê mukerem ê îslamê, hezretê Muhemedê Mistefa (S), belkî bi muamileyeke berovajî weke şanoyên kirêt ên berê, dê qirêjiyeke din li karnameya reş a dijminên îslamê zêde bike.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha pêkhatina pêla nerazîtî û şermezarkirinê di civatên îslamî û ne-îslamî da li dijî karê  serokomarê Fransayê ku bi boykotkirina kelûpelên fransî derbasî pêvajoyeke nû bûye, derfetek jibo aşkirakirina armancên paş perdeyê yên bêrêziya li pîrozwerên îslamî da zanîn.

Emanûêl Mekron serokomarê Fransayê jî di axaftineke dûrî prensîbên dîplomatîk û bingehêîn demokrasiyê ragihand ku Fransa dê hema wisa weşandina karîkatorên bêrêzane dijî Resûlê Îslamê (S) bidomîne.

 

 

Serepeyv