Serdar Selamî: "Tevdîrên Rêberê Înqilabê mirazên dijminan tevlihev kir"
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: "Gefên dijmin di form û şikline xeternaktir û lihevalyayîtir hema wisa didomin, lê tevdîrên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, hêvî û mirazên dijminan tevlihev kir."
Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro Duşemiyê got: "Di şêrr da kesek bi ser dikeve ku bihêztir e, lê ecayîba taybet a serdema Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê di dehika 1980î da) ev e ku di şerekî bi berfirehiya cîhanê da, miletê ku amade nebû, bi ser ket."
Wî sebeba serketina gelê Îranê di 8 salan serdema Berevaniya Pîroz da heqîqeta îmametê, Îmam Xumeynî (Re) û Weliyê Feqîh da zanîn û got: "Îmam dûvik û piştgirên vî şerî dizane û dibîne û li ser hûrgiliyên fikr û hizrên wan serdestî heye û dizane ku ev şer û cuxrafyaya wî çi dibe."
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha tevî amajeya bi nasyarî û agahiya Rêberê mezin ê Înqilabê ji dijmin, destnîşan kir: "Hezretê ayetullah Xamineyî pîlana dijmin jibo sûdwergirtina ji komploya aborî pûç kir û roja îro welatên cîhanê rêberê Îranê wek kesekî serfiraz, azade û bexşîner dizanin û dizanin ku ev gel, aştiya bi serfirazî û bi iqtidar dixwaze."