Îranê amadetiya xwe jibo dabînkirina rewşê bona gotûbêja Ermenistanê û Komara Azerbaycanê ragihand
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi pevçûnên leşkerî navbera Komara Azerbaycanê û Îranê, qala amadetiya Têhranê jibo dabînkirina rewşê jibo gotûbêja navbera Bakû û Yêrîvanê kir.
Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê li ser hisaba xwe ya twitterê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya bidawîanîna bilez a dijminiyan û destpêkirina gotûbêjan jibo çareserkirina nakokiyên navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê derbarê nîqaşa Qerebaxê, got: Cînarên Îranê yekematiya girîngiyê jibo Têhranê ne û Komara Îslamî jibo raberkirina alîkariya hewce bi mebesta dabînkirina gotûbêjan e.
Zerîf ragihand: Navçeya Rojavaya Asyayê aniha hewcedara aştiyê ye.
Pevçûnên navbera hêzên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê sibeha roja Yekşemiyê di halekî da hat destpêkirin ku navciyên navneteweyî jibo pêşîlêgirtin ji van pevçûnan tu hewildaneke ciddî di mehên dawî da nekirine.
Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.
Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.
Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.