Îlon 24, 2020 16:40 Asia/Tehran
  •  Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi dayîna peyamekê bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran destnîşan kir: Derbasbûna demê nekariye û dê tu wextî nekare bîra şehîdên hêja û ezîz ji bîra gelê Îranê bibe.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û Weşandina berhemên Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê bi peyamekê bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz û Roja Rêzgirtina li Şehîd û Îsargeran, ragihand: Ev lewha ronî dê hertim bi navê şehadet û bîra şehîdan xemilî bimîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Ev zimhêra dîrokî hertim dê hêvî û wêrekiyê bide nifşên me da ku pêngavên ber bi armancên bilind qahêm rakin û ji dijminiya şeytanên xenas ên cîhanê netirsin.

Hezretê ayetullah xamineyî destnîşan kir: Bereya dad û heqê bi vê şiyan û pergala xwedayî dê serketinên mezin bi dest bixe.

 

 

Serepeyv