Xetîbzade: Siyasîkariyên Amerîkayê derbe herî zêde li xala Mafên Mirovan da
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir ku siyasîkarî û cihêkariyên ji aliyê Amerîkayê û hin dewletên ewropî va hertim derba herî zêde li xala Mafên Mirovan daye.
Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Çarşemiyê bi şev tevî redkirina raporên vê dawiyê yên weşandî di rojnameya Guardian'ê da, got: Armanca van raporên siparişkirî jibo reşkirina rewşa Mafên Mirovan li Komara Îslamî ya Îranê, xwe jî di vê qonaxê da, tam xuya ye.
Rojnameya brîtanyayî ya Guardian'ê di rapora xwe ya roja Çarşemiyê nivîsî ku Fransa, Almanya û Inglîzê jibo nerazîtiya derheqê tiştê ku "Girtina welatiyên bi du mafên hemwelatîbûnê ji aliyê Îranê" hatiye zanîn, di halê hazirkirina balyozê Îranê ne.
Xetîbzade her wiha nêrîn, gotin û kiryarên hin welatên ewropî bi wateya destwerdana li karên navxweyî yên Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di dawiyê da destnîşan kir: Gelek ecêb e û nayê bawerkirin ku heman welat ne tenê tu bertekekê li hemberî binpêkirina aşkira ya mafên gelê Îranê bi riya siyaseta dijî mirovahiyê ya zexta herî pirr a rejîma Amerîkayê û boykotên zalimane û dijmirovî yên wê nîşan nedane, belkî di rastiyê da bi bêtevgeriya xwe wê yekê hevrêtî dikin û şirîkê wê ne.