Hefteya Berevaniya Pîroz li Îrana Îslamî destpê bû
Îro Duşemî, 21ê Îlona 2020î hevdem digel salvegera destpêbûna şerê sepandî yê rejîma Beisî ya Iraqê dijî Komara Îslamî ya Îranê ye.
Artêşa destdirêjker a Rejîma Sedam (dîktatorê îdambûyî yê Iraqê) roja 31ê Şehrîwera sala 1359an a Rojî (Îlona 1980î) bi vê xeyalê ku dê di hefteyekê da Têhranê bigire, êrîşeke berfireh bi bikaranîna cûreyên çekan li ser Îranê da destpêkirin.
31ê Şehrîwerê di salnameya boneyên Îranê wek Destpêka Hefteya Berevaniya Pîroz e; Di vê hefteyê da rêûrismên cûrbecûr li seranserî welêt dê bên lidarxistin.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî beyaniya sibe Duşemiyê dê bi rêya vîdyoyî di merasima destpêbûna Hefteya Berevaniya Pîroz da biaxive.
Rejîma Beisî ya Iraqê 40 salan beriya niha bi armanca hilweşandina pergala nûdamezirandî ya Komara Îslamî ya Îranê bi alîkariya giştalî ya Istikbara Cîhanî, şerekî mezin li ser Îrana Îslamî sepand ku heşt salan dewam kir.
Artêşa Rejîm aBeisî ya Sedam di heyama heşt salan şerê dijî Îrana Îslamî da piştgiriyên giştalî yên hêzxurtên istikbarî û alîkariyên zêde yên welatên ereb ên derdora Kendava Farsê biu kar anî û maşîna wê ya şêrr kete xizmeta armancên biyaniyan.
Tecrubeya serdema heşt salan Berevaniya Pîroz nîşan da ku tevî hemî astengî û zextan û nebûna çavkaniyên aborî û hebûna gelek pirsgirêkan, em dikarin bi vîna qahêm û bi palpiştiya bi Xwedê, li hemberî zorbêjyên hêzxurtên cîhanê rawestin.