Îlon 17, 2020 20:26 Asia/Tehran
  • Zerîf: Piştgirên Îsraîlê li gelên xwe xiyanet kirin

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Ewên ku Îsraîl ji wan re bû bijare û mesela yekem, bi tenê navça me nexistine ber talukeyê belkî wan li gelên xwe jî xiyanet kirine, ew jî bi tenê ji bo vê yekê yekê ye ku deng bi dest bêxin.

Zerîf îro di twîtekê de bertek nîşanî gotinên serokkomarê Amerîkayê Donald Trump nîşan da ku wî zavayê xwe wek rêberekî jêhatî û mezin ji bo Îsraîlê dabû zanîn û desnîşan kir: Hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi tenê ji bo berjiwendiyên Îsraîlê ye û ev gotinên Trump nîşan didin ku emekdariya malbata wî li kê û kê derê ye.

Zerîf got: Gotinên Trump nîşan didin ku çima 7 trîliyon dolar diravê sermal û bêşa xelkê Amerîkayê û canê gelek ji xelkê Amerîkayê bû gorî.

Trump herwiha roja çarşemê li gotûbêja ji rêberên Civaka Cihûyên Amerîkayê desnîşan kir ku li gor daxwaza serokwezîrê Rejîma Îsraîlê ji Peymana Navokî derket û xwest ku bila cihû dengên xwe bidin wî.

Serepeyv