Îlon 08, 2020 21:47 Asia/Tehran
  • Mafzanên Îranê bêrêziya Kovara Fransî li Pêxemberê Îslamê (S) şermezar kirin

Mafzanên Îranî bêrêziya Kovara Fransî li pêxemberê mezin ê Îslamê şermezar kirin.

Kovara fransî ya Şarlî Hêbdo (Charlie Hebdo) vê dawiyê di kiryareke bêşermane da, karîkatorên bêrêzane derbarê pêxemberê hêja yê Îslamê (S) careke din weşandin.

Pênc hezar mafzanên îranî roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê, bêrêziya Kovara Fransî rûyekî din ji Lîberal Dêmokrasî, Modernîte û Cahiliyeta modern dan zanîn.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Kiryara serşûrî ya Kovara fransî mînaka aşkira ya nefretçêkirin û bêrêziya li pîrozwerîayn û binpêkirina aşkira ya mafê azadiya dîn û baweriyan û binpêkirina aşkira ya xalên 1 û 18ê yên Daxuyaniya Mafên Mirovan, her wiha binpêkirina beşa yekem a benda sêyem ji xala 19an a Mîsaqa navneteweyî ya Mafên Medenî û siyasî ye ku li gorî Xala 32an a Qanûna Azadiya Çapemeniyê ya Fransayê jî wek Sûc tê zanîn."

Mafzanên îranî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku azadiya çapemenî û ramanê bi handana bo nefretçêkirin û tundîyê û bêrêziya li dînan pêk nayê, bi bîr xistin: "Weşandina her cûre karîkator, nûçe, wêne û nivîsê bi riya her cûre medyayekê li cîhanê dijî dînê îslamê tê şermezarkirin û divê destûrder, alîkar û sebebkarên wê yekê di dadgehên navneteweyî da bên darizandin."

 

Serepeyv