Îlon 08, 2020 12:10 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Bêrêziya li Pêxemberê Îslamê, komploya Amerîka û Siyonîsmê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê, bêrêziya vê dawiyê ya kovareke fransî li saheta ronî ya pêxemberê Îslamê (S) şermezar kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê peyamê da ragihand: Guneha mezin û nayê borandin a kovareke fransî ya bêrêziya ji rûyê ronî û qudsî yê Hezretê resûlê E'zem (S) careke din dijminatî û kîna bi şerûtî ya rêxistinên siyasî û çandî yên Cîhana Rojava digel Îslamê û civaka misilmanan aşkira kir.

Hezretê ayetullah Xaminbeyî ragihand: Behaneya Azadiya gotinê jibo şermezarnekirina vê sûca mezin ku ji aliyê hjin siyasetvanên fransî hatiye hilêxistin, tam redkirî, şaş û xapînok e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand: Siyasetên bi giranî dijî Îslamê yên siyonîstan û dewletên istikbarî hokara van cûre tevgerên dijminane ye ku carinan diqewimin; Ev hereket di vê qonaxa demî da dikare bi armanca xalifandina zihnê milet û dewletên Rojavaya Asyayê ji nexşeyên kirêt jî be ku Amerîka û Rêjîma Siyonîst jibo vê navçeyê dişopînin.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Miletên misilman, nemaze welatên Rojavaya Asyayê, tevî hişyarbûna derbarê mijar û meseleyên vê navçeya hestyar, divê tu wextî dijminatiyên siyasetvan û desthilatdarên rojavayî li hemberî Îslamê û misilmanan ji bîr nekin.

Kovara fransî ya Şarlî Êbdo (Charlie Hebdo) Sêşemiya bihurî bi bêşermiyeke nû, karîkatorên bi gengeşe û bêrêzane derbarê Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) careke din weşandin.

 

Serepeyv