Îranê îhaneta belavoka fransî ya Charlie Hebdo li pêxemberê hêja yê Îslamê şermezar kir
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva borî Kovara fransî ya Charlie Hebdo ji ber weşandina wêneyên bi îhanet derheq pêxmberê hêja yê Îslamê şermezar kir.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di vê çarçovê de got: Her cure îhanet û bê hurmetiya derheq pêxemberê hêja yê Îslamê û pêxemberên din ên Xwedê teala qet nayê qebûlkirin.
Xetîbzade herwiha got: Kiryara bi îhanet a kovara fransî ku bi heceta Azadya Îfadekirinê hatiye wekilandin, dibe sedema hêrs û nerahetiya xwedêbawerên cîhanê û ev kiryara bi proveksiyon û îhaneta derheq nirxên pîroz a Îslamê û bawerên zêde ji milyardek misilmanên cîhanê ye.
Xetîbzade di vî halî de anî ziman ku terseyê vê kiryara bi îhanet a kovara Charlie Hebdo, Azadya Îfadekirinê û Gotinê nirx û erzişeke xwe ya zav heye ku divê ew bi awayekî kêrhatî ji bo jiyana bi aştî ya bi hev re û lihevkirina dîn û olên cîhanê were bikar anîn.
Kovara Charlie Hebdo ya Fransayê sêşemiya borî dîsa bi weşandina karkatorên bi îhanet û bi provaksiyon, bê hurmetî li pêxemberê Îslamê Hz. muhemed (S) kir.
Ev kiryara vê kovarê rastî şermezarkirinên zav di nav cîhana Îslamê hat. Ev karîkatorana ji bo cara yekem di sala 2005 de rojanameke danmarkî weşandibû.