Zerîf bijartina wezîrê derve yê Omanê lê pîroz kir
Tebax 19, 2020 16:52 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di peyamekê de bijartina Bedir bin Hemed Ebûseîdî wek wezîrê derve yê nû yê Omanê lê pêroz kir.
Zerîf îro di rûpela xwe ya Twitterê de hêvîdariya xwe diyar kir ku Bedir bin Hemed Elbûseîdî di posta serokatiya wezareta derve ya Omanê de hertim di kar û wezîfedariyên xwe de serkevtî bibe û di dewrana wezîrtiya wî de pêwendî û hevkariyên navbera du welatên Îran û Omanê di çarçova berjiwendiyên du welat û du gelan berfiretir ji berê bibin.
Sultanê Omanê Heysem bin Tariq duh di hikmekê de Bedir bin Hemed Elbûseîdî wek wezîrê nû yê vî welatî hilbijart.
Bedir bin Hemed Elbûseîdî bû dewsgirê Yûsif bin Elewî ku mideha 23 salan wezîrê derve yê Omanê bû.