Berteka Konseya Ewlekariya Kendava Farsê li hemberî helwêsta Îranê ya şermezarkirina lihevkirina Îmarat û Rejîma Siyonîstî
Piştî ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya xwe ji gel û doza Filstînê wekiland û li hevkirina Îmaratê û Rejîma Siyonîstî ya ji bo asayîkirina pêwendiyan şermezar kir, Konseya Ewlekariya Kendava Farsê şeva çûyî li dijî vê helwêsta Îranê rabû û piştgirî da biryara Îmaratê.
Swkreterê giştî yê Konseya Ewlekariya Kendava Farsê Nyif Felah Mubarek El-Hecref di vî warî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdia kir: Helwêstên vê dawiyê ya Îranê li dijî Îmaratê dibe sedema zêdebûna alozî û bê îstiqrarî û bê ewlehiyê li navça Kendava Farsê û eva li dijî erf û edeta sîplomasiyê ye.
Îmarat û Rejîma Siyonîstî bi saya navbeynkariya serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê rêketinnama asayîkirina pêwendiyên navbera xwe îmza kirin ku ev yek rastî nerizamendiyên berfire li cîhanê hat û gelek welat û kesayetiyên cîhanê ev kiryara Îmaretê wek xiyaneta li doza Filistînê dan zanîn û ew şermezar kirin.