Tebax 02, 2020 22:48 Asia/Tehran
  • Zerîf ber bi Ebdullah bin Zayid: Îran û Îmarat divê di fikra îstiqrar û ewlehiya navçê de bibin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja bi wezîrê derve yê Îmaratê Ebdullah bin Zayid re li ser hevkariya du welatan ji bo damezrandina îstiqrar û ewlehhiyê li navça rojavayê Asyayê pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û wezîrê derve û hevkariyên navneteweyî yê dewleta Îmaratê şêx Ebdullah bin Zayid îro li rûniştineke vîdeoyî pêvajoya hevkariya dualî û mijarên hevbeş yên navçê hilkolandin û ser wan gotûbêj kirin.

Zerîf bal kişand ser rewşa hestyar a navçê û got: Ên din diqewme rewşa vê demê ji bo bê ewlehî û bê îstiqrariyê bikar bînin, lê Îran û Îmarat wek du cînar divê di fikra îstiqrar û ewlehiya navçê de bibin. 

Şêx Ebdullah bin Zayid jî hevkariya Îran û Îmaratê li navçê pêdivî da zanîn û xwest ku bila hevşêwirîn û gotûbêja navbera rayedarên du welatan berdewam bikin û bixebitin ku pirsgirêk û astengiyên heyî ji xwe re bikin derfet.

Wezîrên karên derve yên du welatan herwiha li vê gotûbêjê li ser amadetiya xwe ji bo berfirekirina hevkariyan li mijarên curbicur yên di çarçova berjiwendiyên hevpar de pêgirî kirin.

Serepeyv