Li Zanîngeha Enqereyê Rêûrisma Rêzgirtina li Roja Rûdekî hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i351868-li_zanîngeha_enqereyê_rêûrisma_rêzgirtina_li_roja_rûdekî_hat_lidarxistin
Rêûrisma Rêzgirtina li Roja Rûdekî li Zanîngeha Enqereyê bi beşdarî û axaftina Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Tirkiyê hat lidarxistin.
(last modified 2024-10-26T11:55:02+00:00 )
Çirî 26, 2024 13:26 Asia/Tehran
  • Li Zanîngeha Enqereyê Rêûrisma Rêzgirtina li Roja Rûdekî hat lidarxistin

Rêûrisma Rêzgirtina li Roja Rûdekî li Zanîngeha Enqereyê bi beşdarî û axaftina Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Tirkiyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora Kanala Sehabê ji zarê IRNA'yê, 'Muhemed-Hisên Hebîbullahzade' Balyozê Îranê li Tirkiyê di Rêûrisma Rêzgirtina li Roja Rûdekî da ew ji hokarên herî bibandor ên mayîndebûn û berdewamîya çand û wêjeya farisî zanî.

Dahênanên Rûdekî di hûnandin, parastin û nivîsîna helbestên farisî da li berhemên helbestkî ji wêjeya pexşanî ya wê serdemê û dîwana helbestan ji xalên din ên berbiçav bûn ku Balyozê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser wan.

Di Rêûrisma Rêzgirtina li Rûdekî da, ji bilî balyozê Îranê, balyozên Efxanistan û Tacîkistanê, Cîgirê Serokê Zanîngeha Enqereyê û Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Farisî ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdngariyê ya Zanîngeha Enqereyê li ser taybetmendiyên giring ên vî helbestvanê binavûdeng ê Farisî axivîn.

Zanîngeha Enqereyê ji navendên girîng ên hînkirina akademîk a Zimanê Farisî li Tirkiyê ye û niha zêdetirî 200 xwendekarên çiqa Zimanê Farisî li vê zanîngehê perwerdeya xwe didomînin.

Rûdekî yekemîn helbestvanê mezin ê Zimanê Farisî ye ku ji ber dahênanên wî di helbestê da, wek Bavê Helbesta Farisî tê zanîn.