Koşka Îshak Paşa
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i347039-koşka_Îshak_paşa
Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agiriyê ye.
(last modified 2024-03-11T11:28:31+00:00 )
Adar 11, 2024 14:54 Asia/Tehran
  • Koşka Îshak Paşa

Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agiriyê ye.

Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala 1199ê koçî/1784ê zayînî de hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên kurdî, romayî, farisî û selcûqî dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.

Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Niha goristana Xanî li wir e.