Du dilên biçûk, xeyalên mezin dihûnin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i346901-du_dilên_biçûk_xeyalên_mezin_dihûnin
Du zarok, du heval, du xwişk û bira, Rojbîn û Destdar soza parastina çand û hunera Kurdî dane.
(last modified 2024-03-04T03:00:18+00:00 )
Adar 04, 2024 06:25 Asia/Tehran
  • Du dilên biçûk, xeyalên mezin dihûnin

Du zarok, du heval, du xwişk û bira, Rojbîn û Destdar soza parastina çand û hunera Kurdî dane.

Rojbîn û Destdar du xwişk û birayên hevin ku xeyalên mezin yên xwe pêşxistin û parastina çand û hunera Kurdî kirine bingehê jiyana xwe û bang li tevahî zarok û jinên ciwan dikin ku di aliyê hunerê de xwe pêşbixin, ji ber ku her mirovek hunerek ya cûda heye.

Li ser vî bingehî di hemû xebatên çand û hunerê de xwe perwerde dikin û hewldidin di hemû aliyên çand û hunerê de xwe pêşbixin.

Wan her duyan bang li tevahî zarokên  Kurd dikin ku di aliyê çandê de xwe pêşbixin û li hemberî êrişên heyî hunera xwe bikin mertalek ya parastinê. Hestekî gelek xweşe ku mirov li gel xwişka xwe di xebatekê de cih bigire. Em dixwazim bibim hozanek navdar yê Kurd û Kurdan  bi hunera xwe bidinnasîn.”