Ahengsazê îranî Xelata Akademiya ya Amerîkayê bi dest xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i341474-ahengsazê_îranî_xelata_akademiya_ya_amerîkayê_bi_dest_xist
Pijman Bilûrçî ahengsazê îranî ji bo vîdyo-mûzîka "Reqsa Xwezayê" xelata navneteweyî ya Akademiya ya Amerîkayê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2023 14:10 Asia/Tehran
  • Ahengsazê îranî Xelata Akademiya ya Amerîkayê bi dest xist

Pijman Bilûrçî ahengsazê îranî ji bo vîdyo-mûzîka "Reqsa Xwezayê" xelata navneteweyî ya Akademiya ya Amerîkayê bi dest xist.

Mûzîk vîdyoya Reqsa Xwezayê berhemeke mûzîkê ji Pijman Bilûrçî jenyarê Sentûrê, ahengsaz û weşangerê mûzîkê ye bi hevkariya digel Bêhrûz Şîrî jenyarê Robabê, Kûroş Keşawerz jenyarê Wîlenselê û Aryan Rezayî jenyarê Defê hatiye çêkirin.

Mûzîkvîdyoya Reqsa Xwezayê jî Xelata Global Mûzîk Awardz wek saziyeke nasyar a navneteweyî ji bo danasîna mûzîsiyenên serbizxwe, bi dest xistiye.

Pijman Bilûrçî ahengsaz, jenyarê sentûrê, Rêveberê Enstîtûya Çandî û Hunerî ya Nehaleya Rûdekî û ji weşangerên bi ezmûn ên mûzîka Îranê ye û heta niha gellek berhemên wî di qaliba Tekjenîn, Jenîna Komî anku Kor û Ahengsaziyê hatine weşandin.

Xelata navneteweyî ya Akademiya'yê ku navenda wê li Amerîkayê ye û encaman bi awayê navneteweyî diweşîne, heta niha xelat daye çend mûzîsiyenên îranî.