“Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” li Sirbistanê hat weşandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340896-bijardeya_helbestên_helbestvanên_îranî_piştî_Înqilaba_Îslamî_li_sirbistanê_hat_weşandin
Yekem pirtûka duzimanî ya sirbî-farisî ya bi navê “Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” li Sirbistanê hat weşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2023 13:23 Asia/Tehran
  •  “Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” li Sirbistanê hat weşandin

Yekem pirtûka duzimanî ya sirbî-farisî ya bi navê “Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” li Sirbistanê hat weşandin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Pirtûka “Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” ji aliyê Weşana Ûkrûnî’yê û bi piştevaniya Şêwirdariya Çandî ya Balyozxaneya Îranê li Sirbistanê û Navenda Organîzekirina Werger û Weşanê ya Rêxistina Çand û Têkiliyên Îslamî va hat weşandin.

Di Pirtûka “Bijardeya helbestên helbestvanên îranî piştî Înqilaba Îslamî” da haewl hatiye dayîn ku tevger û rêbazên wêjeyî yên cûrbicûr ên helbesta hevçerx, her wiha meyl û zewqa xwînerên sirb jî bên berçavgirtin.