Pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanê; Snûkêrbazê îranî li reqîbê çînî bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340771-pêşbirkên_snûkêrê_yên_qaremanîya_cîhanê_snûkêrbazê_îranî_li_reqîbê_çînî_bir
Snûkêrbazekî îranî di pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanê da ji reqîbê çînî bir û yê di pêşbirka bê da derkeve pêşberî “Ronnie O'Sullivan” ê navdar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2023 14:10 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanê; Snûkêrbazê îranî li reqîbê çînî bir

Snûkêrbazekî îranî di pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanê da ji reqîbê çînî bir û yê di pêşbirka bê da derkeve pêşberî “Ronnie O'Sullivan” ê navdar.

‘Hisên Wefayî’ Snûkêrbazê îranî di dewra yekê ya Pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanî da derket pêşberî ‘Dîng Conhoy’ ji Çînê û 10- 6 lê bir û derbasî dewra din bû. Wefayî di rêza 23an a cîhanê û reqîbê wî yê ji Çînê jî di rêza 17an a cîhanê da bû.

‘Hisên Wefayî’ di pêşbirka bê da yê derkeve pêşberî qaremanê cîhanê “Ronnie O'Sullivan” ê ingilîsî.

Pêşbirkên Snûkêrê yên Qaremanîya Cîhanê ya sala 2023an ji 15ê mehê va li şarê Kirosîblê (Crucible) yê Ingilîsê dest pê bûne û yê heta serê vê mehê bên domandin.