Sûperlîga Fûtbola Inglîzê; Arsênal’ê derda Êvêrtonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i339297-sûperlîga_fûtbola_inglîzê_arsênal’ê_derda_Êvêrtonê
Di lîstikeka ecêb a di Sûperlîga Fûtbola Inglîzê (Premier League) da, Arsênalê wek tîma yekem a lîgê derda Êvêrtonê ku tîma dawiyê li xişteya pêşbirkan ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2023 14:58 Asia/Tehran
  •  Sûperlîga Fûtbola Inglîzê; Arsênal’ê derda Êvêrtonê

Di lîstikeka ecêb a di Sûperlîga Fûtbola Inglîzê (Premier League) da, Arsênalê wek tîma yekem a lîgê derda Êvêrtonê ku tîma dawiyê li xişteya pêşbirkan ye.

Hefteya 22’an a Sûperlîga Fûtbola Inglîzê bi şokekê dest pê bû; Arsênalê wek tîma yekem a lîgê li werzîşgeha “Goodison Park”ê derda Êvêrtonê ku tîma di binê xişteya lîstikan da ye ta ku fûtbolîstên bajarê Lîvêrpûlê ligel serahênerê xwe yê nû di yekemîn lîstika xwe da 3 xalên girîng bi dest bixin û bi 18 xalan di pileya 18’an a xişteya lîga vî welatî da ku ji 20 tîman pêk tê, cî bigirin.

 Ji ber derdana Arsênalê, Mençêstêr Sîtî ku 45 xalên wê hene û di pileya diduyan da ye dikare bi birina ji Tatênhamê di roja Yekşemiyê da bi lîstikeka zêdetir, navbera xwe û Arsenalê daxe 2 xalan.