Qayiqvanên Îranê li pêşbirkên Şampiyoniya Asyayê dibiriqin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332821-qayiqvanên_Îranê_li_pêşbirkên_Şampiyoniya_asyayê_dibiriqin
Qayiqvanên Îranê li pêşbirkên qehremaniya Asyayê li Taylandê bi 25 medalên rengîn dawî li karê xwe anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2022 07:16 Asia/Tehran
  • Qayiqvanên Îranê li pêşbirkên Şampiyoniya Asyayê dibiriqin

Qayiqvanên Îranê li pêşbirkên qehremaniya Asyayê li Taylandê bi 25 medalên rengîn dawî li karê xwe anîn.

Pêşbirkên Şampiyoniya Asyaya Pasîfîk û Paracanoyê ku 23ê َAdarê li Taylandê dest pê kiribû, roja Şemiyê 26 Adara 2022 bi dawî bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma neteweyî ya Îranê li pêşbirkên şampiyoniya Asiyayê li avên Oqyanûsa Pasîfîk (Aram) 13 medalên zêr, 5 medalên zîv û 2 medalên tûnc bi dest xistin.

Tîma neteweyî ya Paracano ya Îranê jî li van pêşbirkan 5 medal bi dest xistin ku 2 medalên zêr, 2 medalên zîv û medaleke tûnc bûn.