Li Rihayê: Jinên Herranî nahêlin ku xurekên herêmî werin jibîrkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i332477-li_rihayê_jinên_herranî_nahêlin_ku_xurekên_herêmî_werin_jibîrkirin
Li Herrana ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, kûrsa xurekê vebû û jinên ku di vê kûrsê da perwerde bûn li Rihayê xurekên herêmî çêdikin û îkramî ziyaretvanan dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2022 06:34 Asia/Tehran
  •  Li Rihayê: Jinên Herranî nahêlin ku xurekên herêmî werin jibîrkirin

Li Herrana ku di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye, kûrsa xurekê vebû û jinên ku di vê kûrsê da perwerde bûn li Rihayê xurekên herêmî çêdikin û îkramî ziyaretvanan dikin.

Li bajarê dîrokî yê ku bi xurekên wê yên resen dertê pêş, ji bo ku çîg, kifteya bihêk, boranî, semsek û ji seleteya bostanayê heta şêraniya şilikê neyê jibîrkirin, xebat tên kirin.

Di vê çarçoveyê da Navenda Perwerdeya Gel a Navçeya Herranê bi piştgiriya qaymeqamtiyê li Navenda Gastronomiyê ya Herranê ji bo jinan perwerdeya çêkirina xurekên herêmî û garsoniyê tê dayîn. Kûrs li navendê hat vekirin û 15 jin tê da perwerde dibin û kesên ku tên ziyareta wêraneyan, xurek îkramî wan dikin.