Werzişkarê îranî di lîga voleybolê ya Tirkiyê de wek stêrkek dibiriqe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331651-werzişkarê_îranî_di_lîga_voleybolê_ya_tirkiyê_de_wek_stêrkek_dibiriqe
Endamê tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê bi biriqîna xwe bû yek ji stêrkên tîma Sportoto ya Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2022 12:11 Asia/Tehran
  • Werzişkarê îranî di lîga voleybolê ya Tirkiyê de wek stêrkek dibiriqe

Endamê tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê bi biriqîna xwe bû yek ji stêrkên tîma Sportoto ya Tirkiyê.

Li gorî rapora ISNA`yê, Tîma Sportoto ya voleybolê di lîga Tirkiyê de, bi biriqîna Murtiza Şerîfî, endamê tîma neteweyî ya Îranê, karî bi encama 3-0 serkeve.
Şerîfî di vê lîstikê de karîbû 13 puan ji êrişê û 2 puanan jî ji berevaniyê ji tîma xwe re bidest bêxe.

  Tîma voleybolê ya Sportotoyê bi 25 pûanan di rêza pêncemîn a lîga voleybolê ya Tirkiyê da ye.
Li gor vê raporê, Murtiza Şerîfî heta dawiya qonaxa heştem di lîga voleybolê ya Tirkiyê de di nav baştirîn lîstikvanên vê lîga voleybolê de cih girt.