Pirtûka "Zarokên Minarê" hat weşandin
Kanûn 29, 2021 20:57 Asia/Tehran
Pîrtûka bi navê `Zarokên Minarê` ya nivîskar Şefîq Pêşeng a ku li ser jiyana xwe ya dibistanê nivîsîy, hat weşandin.
Pirtûka lêkolîner û nivîskarê Kurd Şefîq Pêşeng a bi navê `Zarokên Minarê; Yatiliya Tirkan Hişyarbûna Kurdan` ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin û pirtûk ji 252 rûpelan pêk tê.
Naveroka berhemê
Nivîskar Şefîq Pêşeng di `Zarokên Minarê` de behsa jiyana xwe ya li dibistanên Tirkiyê dike û bi vî awayî jiyana hemû zarokên Kurd ên ku li xwendingehên bi navê `yatili okul` ên Tirkiyê xwendine radixe ber çavan û bandora van xwendingehan a li ser bîr û boçûnên zarokên Kurd nîşan dide.