Nûnerê Samboya Îranê bo fînala qehremaniya Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326811-nûnerê_samboya_Îranê_bo_fînala_qehremaniya_asyayê
Di roja duyem ûdi dewama pêşbirkên Samboya qehremaniya Asyayê, nûnerê Samboya Îranê bi têkbirina hevrikên xwe, derbasî qonaxa dawiyê ya van pêşbirkan bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2021 11:47 Asia/Tehran
  • Nûnerê Samboya Îranê bo fînala qehremaniya Asyayê

Di roja duyem ûdi dewama pêşbirkên Samboya qehremaniya Asyayê, nûnerê Samboya Îranê bi têkbirina hevrikên xwe, derbasî qonaxa dawiyê ya van pêşbirkan bû.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ISNAyê, Di dewama pêşbirkên Samboya qehremaniya Asyayê ku li taşkenda Uzbekistanê tên lidarxistin, Muhemed Seîd Medenî nûnerê Samboya Îranê ku bi têkbirina hevrikên xwe derbasî koma 4 lîstikvanên sereke yên Asyayê bûbû, di qonaxa nîvfînalê da bi têkbirina hevrikekî ji Tacîkistanê, derbasî fînala van pêşbrikan bû.

Sambo çiqeke nû ya werzişê ye ku bala xwe dide ser teknîkên lihevalîn û avêtinê û pêkhateyek ji şêwazên herî bibandor ên çend çiqên din weke Codoya japonî, guleşta azad û ferengî û rêbazên din ên guleştê ye.