Daxwazên jjbo betalkirina pêşbirkên Olempîka Tokyoyê zêde dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326584-daxwazên_jjbo_betalkirina_pêşbirkên_olempîka_tokyoyê_zêde_dibin
Şirîkê fermî yê pêşbirkên Olempîka Tokyoyê jî daxwaza betalkirina van pêşbirkan kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2021 05:33 Asia/Tehran
  • Daxwazên jjbo betalkirina pêşbirkên Olempîka Tokyoyê zêde dibin

Şirîkê fermî yê pêşbirkên Olempîka Tokyoyê jî daxwaza betalkirina van pêşbirkan kir.

Li gorî rapora Reutersê, Rojnmeya Asahîê Şîmbûnê ku şirîkê fermî yê lidarxistina Pêşbirkên Olempîka Tokyoyê ye, tevî amajeya bi mijara ewlehiya gelemperî û zexta li ser pergala dermanî ya Japonê di germegerma belavbûna Vîrûsa Koronayê da, daxwaza betalkirina Olempîka Tokyoyê kir.

Pêşbirkên Olempîka Tokyoyê biryar bû sala 2020î bên lidarxistin; Lê ji ber pandemiya Koronayê paşda ketin.

Biryara lidarxistina Olempîka Tokyoyê di havîna îsal da jî (ji 23ê Tîrmehê heta 8ê Tebaxa 2021ê) tûşî nerazîtiyên berfirteh ên navxweyî û navneteweyî bûye.