Futbolîstê îranî li Asyayê bû lejyonerê herî baş ê hefteyê
Nîsan 18, 2021 16:55 Asia/Tehran
"Mehdî Taremî" êrişkerê îranî yê tîma futbolê yê Porto Portekîz(Portugal), wekî baştirîn lejyonerê hefteyê yê Asyayê hate hilbijartin.
Li gorî IRNAyê îro Yekşemê, di rapirsîna Konfederasyona Futbolê ya Asyayê ya hefteya borî de, "Mehdî Taremî", êrişkarê tîma fûtbola neteweyî ya Îranê û Porto Portûgal, bi rayên(dengên) herî zêde wekî lîstikvanê asyayî yê sereke hate hilbijartin ku li derveyî vê parzemînê dilîze.
Taremî di xuleka çaremîn a dema îbtalbûyî di navbera Porto û Chelsea de di çaryek-fînala Lîga Şampiyonan de, bi berteka xweşik golek avêt û tîma xwe ber bi serkeftina 1-0 ve bir. Lê ew gol ne bes bû ku Porto pêşbikeve, ji ber ku Chelsea di lîstika çûyîn de 2-0 bi ser ket.